08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
VAN
Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Parlementerê Wanê yê HDPyê Nadîr Yildirim da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kir" 2 fezlekeyên cuda amade kir.
Di fezlekeyan da hat destnîşankirin ku parlementer Yildirim li Wanê di 21ê Adarê da li mitînga HDPyê, di 1ê Gulanê da jî li mitînga Sendîkaya Kedkarên Qamûyê axivî û herwiha di axaftina xwe da "propagandaya rêxistina terorê PKKyê kir."
Di fezlekeyan da bi erkê madeya 83yemîn a destûrê betalkirina parêzbendiya Yildirim hat xwestin. Fezleke şandin Wezareta Dadê da ku pêşkêşî Serokatiya TBMMyê bikin.
Di fezlekeyan da herwiha hat destnîşankirin, ji bo ku der heqê Yildirim da lêpirsîn bê domandin, divê bi destê Serokatiya TBMMyê parêzbendiya wî ya qanûndanînê were betalkirin.