23 Nîsan 2016•Rojanekirin: 24 Nîsan 2016
MARDÎN
Li ser rêya Mêrdîn-Diyarbekirê endamên rêxistina terorê bombeya ku kiribûn erdê teqandin û di teqînê da 2 jê giran 12 polês û welatiyek birîndar bûn.
Li gor agahiyan li texma Mazidagiya (Şemrex) navçeya Mêrdînê li ser rêya Mêrdîn-Diyarbekirê dema ku wesaîta bizirix a serwîsa polêsan derbas dibû, endamên rêxistinê bombeya ku kiribûn erdê teqandin û di teqînê da 2 jê giran 12 polês û welatiyek birîndar bûn.
Hat destnîşankirin polêsên ku di êrîşê da birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û piştî midaxeleya ewil sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê kirin.
Hat diyarkirin welatiyê ku birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê tê dermankirin. Herwiha li ciyê ku teqîn çêbû di rê da xisar çêbû û wesaîta 2 welatiyan jî xisar dîtin.
Li gor agahiyan di wesaîta bizirx da polêsên ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê operasyonên li dijî endamên rêxistina terorê dimeşandin hebûn.
Hat destnîşankirin di wesaîtê da polêsên ku dema wezîfeya wan temam bûbû û vedigeriyan Diyarbekirê hebûn.