İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım,Şener Toktaş,Sayim Harmancı,Ulaş Güven
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
Li Mûş û Bidlîsê berf ket û rêya 154 cî û waran hat girtin.
Li Mûşê duh êvarê berfê dayê û gur kir.
Li navenda bajêr qalindahiya berfê derket 10 santêmî, rêya 70 gundên çiyayî hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku rê wê di demeke herî kin da werin vekirin û ekîban dest bi xebatê kir.
Li taxa Kaleyê rêncberên ku cotkariyê dikin jî li ber gomên xwe alif da heywanên xwe.
- Bidlîs
Li Bidlîsê ji nîvê şevê vir va berf dibare û tengasî da kişandin.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêya 84 gundan girt.
Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyan xebatê dest pê kir.
Esnaf û welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.
- Hekarî
Li navenda bajêr û li navçeya Yuksekovayê bişev baranê dest pê kir û hê dibare.
Li deverên bilind jî berf ket. Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û rayedaran hişyarî da welatî û şofêran ku baldar bin.