Fatih Gazioğlu
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
MUŞ
Li Mûşê tirek wergeriya û di encama qezayê de şofêr mir.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tira pîleqeya wê 23 BS 680 e û şofêrê wê jî Mahmut Akyildiz (51) bû di derketina bajaroka Yayginê wergeriya. Di encama qezayê de şofêr Mahmut Akyildiz birîndar bû.
Akyildiz bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê lê nehat xilaskirin û mir.