16 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
MARDÎN
Walîtiya Mêrdînê daxuyand ku li Nisêbînê di operasyona li hember rêxistina terorê de heta îro 374 terorîst hatin kuştin, 370 barîkat hatin rakirin û 925 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin jî, hatin îmhekirin."
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin ku operasyona ku di 14ê adarê de li navçeyê dest pê kiribû, dewam dike.
Hat gotin ku li herêmê hezar û 880 pakêt xwarin li malbatan hatiye belavkirin, 2 hezar û 415 kesan jî ji dermanxaneyên nobedar derman hildane û hezar û 579 kes jî sewqî herêmên biewlehî bûne.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di operasyonê de heta îro 374 terorîst hatin kuştin, 370 barîkat hatin rakirin, 31 çal hatin girtin û 925 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin jî, hatin îmhekirin. 60 hêzên me yên ewlehiyê yên ku bi qehremanî di operasyonan de tekoşîn didan jî şehîd bûn. Ji bo ku welatiyên me yên li herêmê di nav aramî û ewlehiyê de bijîn, li hember rêxistina terorê xebat wê bibiryar dewam bikin."