25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û ji bo ku terorîst bên girtin, teqemenî bên îmhakirin, çal bên dagirtin û barîkat bên rakirin Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û mensûbên ewlehiyê di 14ê adarê da operasyona hevpar dabûn destpêkirin û operasyon didome.
Di dema xebata hêzên ewlehiyê da teqemeniya ku terorîstên PKKyî bi cih kiribûn, hat teqandin û 5 esker birîndar bûn.
Leşker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û 2 leşker digel hemû midaxaleyan şehît bûn. Tedawiya 3 leşkerên birîndar dewam dike.