MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê mînîbûs gindirî kendalê. Di qezayê de 2 xwîşk mirin, kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li mewqiya Gundê Yanderaya ku girêdayî bajaroka Akarsû ya navçeya Nisêbînê, mînîbûsa bi plaqeya 47 KN 769 ya ku Resûl Goz diajot, ji 50 metro bilindahiyê gindirî kendalê. Di qezayê de Songul (20) û Pinar Elmasa (15) ku xwişkên hev in mirin, ajokar Goz jî birîndar bû.
Tîmên Serwîsa Acîl 112yê Resûl Gozê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûsaybînê. Termên her du xwîşkan, ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nûsaybînê.
Lêpirsîna ku derbarê qezayê de dan destpêkirin, berdewam dike.