Yıldız Nevin Gündoğmuş
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Li Bora navçeya Nîgdeyê bi mezinahiya 5,3yan erdhej çêbû.
Li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat ragihand ku di saet 13.27an da navend Bora navçeya Nîgdeyê bi mezinahiya 5,3yan erdhej çêbû.
Hat diyarkirin erdhej 7 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Midûrê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Rîskê ya AFADê Tatar: "(Erdheja bi mezinahiya 5,3yan li Bora navçeya Nîgdeyê çêbû) Em vê weke erdhejeke serbixwe dinirxînin."