Tîmên polêsan li Taxa Piyale Paşayê ya ku Cemxaneya Okmeydaniyê jî li wir e operasyon li dar xist. Polêsan di operasyonê de helîkopter jî bi kar anîn.
Polêsan xwest ku bikevin avahiyekî 4 qat, lê ji ber ku nikaribûn derî vekin ji tîmên agirkuj alîkarî xwestin û bi pêlekanên wan ve derketin qatên jorê.
Di avahiyan de jin jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin, hin molotof, fîşengên rengîn û tiştên din hatin bidestxistin.
Ji bo ku tenduristiya wan bê kontrolkirin ew şandin Saziya Tipê ya Dadî.