SÎÎRT
Li Kaleya mezreya gundê Kesmetaşa Şîrwanê welatiyan ji ber alaya tirkan bertek nîşanî koma HDPyê da û rageşî derket.
Li gor agahiyan ji bo xebatên hilbijartinê komeke ku namzedê parlementeriyê yê HDPyê yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydali jî di nav da bû hat mezreya Kaleyê û kom bû du qefle û çûn serdana welatiyan.
Koma HDPyê ji bo ku hin welatiyan alaya tirkan avêtibûn malê û mizgefta ku tê çêkirin, bertek nîşan dan û ketin qirika hev.
Di navbera koma HDPyê û welatiyan da nîqaş derket û beziyan hev. Di pevçûna di navbera koma HDP û welatiyan da Abdulkerîm Gultekînê ji HDPyê û mixtar Zeydîn Ozcan birîndar bûn. Gultekîn rakirin nexweşxaneyeke li Batmanê, Ozcan jî li navneda tenduristiyê ya gund hat dermankirin.
- "Ji bo rayan gefan xwarin"
Ozcan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "HDPyî hatin gund û ji me ra gotin 'Di meseleya Kobanêyê da piştgiriya me bikin. Xelk şîvar û şerpeze bûye. Hûn alîkariyê nakin û diçin mizgeftê çêdikin. Li her taxekê mizgeft heye.' Min got ez xazî me. Ji gundê me 10 cangorî hene. Em nikarin bibin alîkar. Di nav komê da kesekî ku got ez namzedê parlementeriyê yê HDPyê Celadet Gaydali me, got tu nikarî wiha xeber bidî û sîle li min xist. Yên din jî êrîş kirin û di navbera xort û yên di çêkirina mizgeftê da dixebitin pevçûn derket. Namzed got 'hûn şerm nakin alaya tirkan dialiqînin' û xwestin alayê daxînin."
Sergundparêz Fatîh Ozcan jî wiha got: "Min ji wan ra got çi karê we li vir heye, cangorî û xaziyên me hene. Gotin hûn nahêlin ray ji me ra dekevin. Navên we hene, emê li îcabê binihêrin. Heger ray dernekevin em ê piştî hilbijartinê bên diyarê we."
Hevserokê Navçeyê yê Şîrwanê yê HDPyê Mekîn Er jî destnîşan kir ku di dema xebatan da gundiyekî bertek nîşan da û ji ber vê jî rageşî derket û wiha dewam kir: "Gaydali got hay ji gotinên xwe hebe û hişyarî da. Peyra êrîşî me kirin û hevalê me birîndar kirin."