27 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Ekîbên Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê 10 şikbarên hat tesbîtkirin bi hesabên sexte li ser medyaya civakî propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine, binçav kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê xebatên xwe yên li dijî PKKya rêxistina terorê didomînin di medyaya civakî da jî rê li ber propagandaya rêxistina terorê girtin.
Di encama xebatan da 10 şikbarên ku bi hesabên sexte li ser medyaya civakî propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine hatibûn tespîtkirin.
Bi operasyonên hevdem a serê sibehê zû va hemû gumanbarên navên wan diyarkirî hatin binçavkirin.