18 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
SÎÎRT
Li Perwariya navçeya Sêrtê wesaîta leşkerî qelibî û di qezayê da 6 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesaîta ku leşkerên ji herêma gundê Doganê dihatin tê da bûn li devê gund qelibî şerampolê.
Hat destnîşankirin ku di qezayê da 6 leşkerên di wesaîtê da birîndar bûn. Hat diyarkirin ku leşkerên birîndar ji Fermandariya Tûgaya Komandoyan a 3yemîn a Sêrtê bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Hat destnîşankirin ku rewşa leşkeran giran nîne.