Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
27 Îlon 2023•Rojanekirin: 27 Îlon 2023
Li Sariqamûşa navçeya Qersê 2 birayên şivan ên wenda bûn hatin dîtin.
Reşat û Kadir Koca ku birayên hev in û li gundê Armutluyê yê navçeyê şivantiyê dikin, duh dema ji wan xeber nehat sitandin, xebata lêgerînê hat destpêkirin.
Di encama xebatên AFAD, JAK û tenduristiyê da herdu bira li gundê Kalebaşê yê navçeyê sax hatin dîtin û bi ekîbên tenduristiyê hatin spartin.
Hat diyarkirin, tenduristiya herdu birayên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamûşê hatin miayenekirin baş e.