Hüseyin Demirci
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hewa sar bû, dar û beran qiravî girt.
Li navçeyê berf dem demî barî û paşê jî hewa sar bû.
Germa hewayê ya bişev di binê sifirê da daket 6 pileyan.
Paceyên wesayîtan qeşa girt, li ser dar û beran jî qiravî çêbû.
Li taxa Mescîtliyê ya li ser rêya Qers-Erziromê mij û hulm çêbû.