Utku Şimşek
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) dîmena tetbîqata DENÎZKURDU-1ê ku li Behra Reş, Behra Egeyê û Rojhilata Behra Spî tê kirin, parve kir.
Di parvekirina ser hesabê medyaya civakî yê Wezaretê da hat bibîrxistin ku tetbîqata DENÎZKURDU-1ê di navbera 21-25ê cotmehê da li Behra Reş, Behra Egeyê û Rojhilata Behra Spî tê kirin.
Di parvekirinê da li ser roja ewil a tetbîqatê agahî hat dayîn û dîmen hatin parvekirin. Di dîmenan da ji firkateyna TCG GÎRESUNê guleya ku hedefa xwe dişopîne tê agirkirin. Her wiha ji firokeya tearuzê ya AH-1Wyê ya Fermandariya Hêzên Behrê moşeka bi navê "CIRÎT"ê, ji firokeya SH-70yî moşeka bi navê "TEMREN"ê hat avêtin.
Di parvekirinê da hat gotin ku gule û moşek bi serkeftî hatin avêtin.