ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 14 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvandin. Li rojhilatê barîna berfê car bi car dewam dike.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, herêm ketiye bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê û ji ber vê yekê jî hewa sar e û şev jî mij dê hebe.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê 18, li Agiriyê 21, li Erdehan 17, li Erziromê 9, li Îdirê 5, Erzîncanê 3 û Hekariyê jî 4 pîle hat pîvandin.
Li Herêma Rojhilata Başûrê Anadoluyê jî bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Şirnexe 1, li Mêrdîn û Diyarbekirê 3 pîle hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj hewaya herî germ li Îdirê 11, li Erzîncanê 8, li Erziromê 5, li Erdehan, Agiriyê û Qersê di bin sifirê de 5 pîle be.
Ekîbên Rêveberiya Taybet ya Bajêr ji bo berf û cemedê paqij bikin xebatên xwe didomînin.
Qalindahiya berfê li navendên bajaran li Erziromê 5, li Erdehan 8, li Qersê 18, li Agiriyê 24 santêm li navendên xweşiqitandinê jî li Qonaxliyê 91, li Cibiltepeyê 47 û li Palandokenê jî 45 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo bûyerên cemed û şepê hişyarî dan welatiyan da ku haj xwe hebin.