11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
ERZURUM
Berf û pûkê rêya 73 gundên Erzirom, Erzincan, Tûncelî û Qersê girtin.
Li herêmê berf dibare û berf û pûkê li Erzincanê rêya 38, li Tûnceliyê rêya 25, li Qersê rêya 7 û li Erziromê rêya 3 gundan girt.
Li herêmê ji bo vekirina rê xebata ekîbên şaredariyan û îdareya bajêr dewam dikin.
Li gor agahiya ku ji 12 Midûriya Herêmê ya Meteorolojiyê hat hildan, bi şev cihê herî sar Agirî ye û li Agiriyê di bin sifirê da 15 pile serma heye.
Li Qersê di bin sifirê da 12, li Erziromê 11, li Erdexanê 8, li Îdir û Erzîncanê jî 4 pile hat pîvandin.