11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
MARDÎN
Zanyarê Tirk Prof. Dr. Azîz Sancar piştî wergirtina xelata Nobel Kîmyayê, di serî da di lîseya ku lê xwendibû, di hemî xendingehên Mêrdînê da ji xwendekaran ra bû çavkaniya motîvasyonê.
Serkeftina dîrokî ya Sancarê ku di sala 1963an ji "Mardîn Lîsesî" ya ku navê wê nuha Artûklû Anadolu Lîsesî ye mezûn bûye, ji rêveberî, mamoste û xwendekarên wê lîseyê ra bûye cihê şanaziyê.
Sancar dema di lîseyê da bû, dersên bîrkarî û erdnasiyê jî di navda, ji 13 dersan pûanên deh dersên wî 10 û pûanê 3 dersên wî jî 9 bû. Ev jî nîvekiya herî bilinda wî lîseyê ye.
Sancarê ku bi numreya 1450 di lîseyê da tomarkirî bû bi vê serkeftîbûna xwe, dibe modêla rolê ya xwendekaran.