Önder Beyter
01 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê sir û seqema ku piştî barîna berfê xwe nîşan da, li kuçe û kolanan bû sedema çêbûna cemedê.
Li navenda bajêr hin şadirwan û boriyên ava qirêj ên malan qerimîn, camên wesayîtan cemed girt.
- Erdexan
Li Erdexanê dar û nebatan qiravî girt, camên kargehan qerisîn. Di encama vê da jî dîmenên cuda derketin.
Li bajêr digel cemedgirtina rê û peyarêyan, kanî jî qerimîn.
- Agirî
Li Agiriyê jî ber hişkiyê rûyê çeman qerimîn.
Şembelûkên bi qasî 5 metreyan ku bi embara avê ya li goristana bajêr daliqîn, dîmenên rengîn derxistin.
Welatiyan jî ji bo ku serma nekin, wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
Ji aliyekî din ekîbên şaredariyê li nava bajêr berfê û her wiha cemeda ku dişkênin bar dikin û dibin dervayî bajêr.
- Qers
Li Qersê jî çem û gol qerimîn û her wiha şembelûk bi baniyên avahiyan daliqîn.
Li bajêr ekîbên şaredariyê xebata avêtin û paqijkirina berf û cemedê kirin.
Ji bo ku serma neke, hin kesan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber hişkiyê beşeke Çemê Erez qerimî, daran qiravî girt.