Önder Beyter
01 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2021
Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê kuçe û kolan bêdeng in.
Kolanên herî qelebalix ên Wanê yên Cumhuriyet, Maraş û her wiha Meydana Beşyolê xalî man.
Ekîbên polês û zabiteyan kargehên divê girtî bin û yên ku servîsa pakêtan dikin kontrol kirin.
Ekîbên polêsan li deverên cuda yên bajêr xalên sepanê danîn û pabendbûna sînordarkirinê kontrol dikin.
Her wisa li Mûş, Bidlîs û Hekariyê jî ber sînordarkirina derketina derva, kuçe û kolan xalî man.
Di roja ewil a salê da ji ber ku welatî pabendî sînordarkirinê bûn, bajêr bêdeng bûn û her wiha hêzên ewlekariyê jî kontrolên xwe pêk anîn.
Ekîbên ku belgeyên welatiyên derketin derva kontrol kirin, ceza li ajokar û kesên ku pabendî sînordarkirinê nebûn, birîn.