Uğur Subaşı,Emre Ayvaz,Yücel Velioğlu
28 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2023
Li ser Otorêya Bakurê Marmarayê 7 wesayît li hev qelibîn, di qezayê da 10 kes mirin, 61 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li devera Dagdîbiyê ya li ser otorêya Stenbolê 3 otobês û TIRek tevahî 7 wesayît ji ber sedemeke hê ne diyar e li hev qelibîn.
Li ser cawdayînê ekîbên cendirme, tenduristî, agirkuj, AFAD û rêbejayê hatin herêmê.
Ekîban tespît kir ku Nîhal Yildiz (53), Adem Akyol (58), Alperen Ayhan (16), Kenan Cîn (46), Ergîn Çinar (57), Erdogan Mandal (42), Satilmiş Furkan Ozturk (25), Sedat Degîrmencî (53) û Huseyîn Kamil Yildiz (31) di qezayê da mirine.
Ji bo nasnameya kesekî din ê miriye jî bê tespîtkirin xebat dewam dikin.
Ekîb li herêma ku mij û dûman lê çêbû xebitîn da ku wesayîtan ji rê rakin.
Piştî xebatên paqijiyê temam bûn rê ji hatin û çûyînê ra hat vekirin.
Li aliyê din Serdozgerê Komarê yê Sakaryayê Osman Kose jî hat herêmê û lêkolîn kir.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç der barê qezayê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û di peyama xwe da wiha got: "Der barê qezayê da ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê va lêpirsîn hat destpêkirin. Di serkêşiya Alîkarê Serdozgerê Komarê 3 dozger hatin wezîfedarkirin."
Ji hêla din va ji şofêrên ku wesayîtên wan qeza kirin jê 6 kes hatin binçavkirin.
- Daxuyaniya Walî
Walî Yaşar Karadenîzê ku cihê qezayê lêkolîn kir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku qeza li Taşkisigiya herêma Sakaryayê ya li ser Otorêya Bakurê Marmarayê çêbû û 10 kes mirin.
Karadenîz anî ziman ku hemû ekîb li herêmê ne û wiha got: "Cendirme, ekîbên tenduristiyê, şaredariyê, şirketa otorêyê, AFAD, hemû ekîbên bi mijarê ra eleqedar li vir in. Birîndar li 10 nexweşxaneyan tên dermankirin. Ji wan 2 kes sewqî Kocaeliyê kirin, yên din jî li navend û navçeyên Sakaryayê ne."
Karadenîz diyar kir ekîbên Serdozgeriya Komarê jî li herêmê lêkolîna xwe didomînin û got piştî ku xebatên lêkolînê ya ekîban cihê bûyerê biqede, rê wê bê vekirin.
Karadenîz anî ziman ku ekîb li cihê bûyerê hê jî dixebitin û wiha got: "Tê texmînkirin ku ewil wesayîtek li TIRekê qelibiye. Paşê wesayîtên din lê qelibîne. Dîsa li gorî tespîtên ewil, tê texmînkirin dema qezayê hin kes ji wesayîtan peyabûne, paşê wesayîtên din hatine û li wan xistine ew wisa mirine. Ev tespîtên ewil in, lê ya girîng ew e ku piştî lêkolîna ekîban û dozgerên me yên komarê mijarê wê zelal bibe."