İbrahim Atmaca
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
Li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê piştî barîna berfê ekîbên rêbejê di rêya Wêranşehir û Diyarbekirê da dixebitin.
Berf ji duh êvarê vir dibare û şofêr di navbera rêyên Wêranşehir-Demircî, Demircî-Ovabagê da tengasiyê dikşînin.
Ekîbên rêbejan ji duh bi şev vir va berfa rêyan davêjin.
Şefê Wêranşehirê yê Şeftiya Şaxa 91emîn a Rêbejan Hasan Duvarci diyar kir, ji bo ku di rêyan da tiştek çênebe hemû ekîb şev û roj dixebitin.
Duvarci got ku rê hemû hatin vekirin û hişyarî da şofêran ku bê zincîr dernekevin serê rêyan.