Haydar Şahin
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Li Bozovaya navçeya Şanliurfayê di navbera du malbatan da şerê çekdarî derket, di şer da 8 kes birîndar bûn.
Li Taxa Yaslicayê di navbera malbatên Atli û Karaçîzmelî yên neyarê hevdu da nîqaş derket.
Niqaş demekê şûnda vegeriya şer û ji herdu malbatan 8 kes birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozovayê, piştî dermankirina ewil ya li vê derê birîndar sewqî nexweşxaneyên li Şanliurfayê kirin.
Li ser midaxeleya ekîbên cendirmeyan şer sekinî û li herêmê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Wekî mayîn hat îdiakirin ku di 24ê adarê da Îmam Atli (63) û Ziya Karaçîzmelî (45) di malekê da kuştî hatibûn dîtin û şer jî ji ber vê derketiye.