Cuma Sarı
01 Sibat 2025•Rojanekirin: 01 Sibat 2025
Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê di navbera eqrebayan da şer derket, 16 kes birîndar bûn, 15 kes jî hatin binçavkirin.
Li Taxa Yiginotê ya gundewar di navbera endamên malbata Îlgînê ku di navbera wan da neyartî hebû da nîqaş derket.
Li ser girliyê E.Î (56) hat binçavkirin û sewqî Edliyeya Sêwregê kirin.
Di navbera malbatên ku li baxçeya Edliyeyê rastî hev hatin da nîqaş derket û di demek kurt da guherî şer.
Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di şer da 16 kes birîndar bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.
Polêsan 15 kesên hat tesbîtkirin ku tebî şer bûne binçav kir.