28 Hezîran 2019•Rojanekirin: 30 Hezîran 2019
Li Şanliurfayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 7 şikbarên tê îdiakirin di sazîbûna li Sûriyeyê ya rêxistinê da di asta "emirtiyê" da çalakiyan dimeşînin hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê da ji bo deşîfrekirina endamên rêxistinê û pêşîlêbirîna çalakiyên DEAŞê ekîbên midûriyetên şaxên Têkoşîna Dijî Terorê, Îstixbarat û Tevgera Taybet bi ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ra xebat dan destpêkirin.
Hat tesbîtkirin ku 7 kesên der heqê wan tê gotin ku di sazîbûna li Sûriyeyê ya rêxistinê da di asta "emirtiyê" da çalakiyan dimeşînin li Şanliurfayê rûdinin.
Ekîban operasyon birin ser navnîşanên li bajêr ên hatibûn tesbîtkirin û şikbar binçav kirin.