31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di qezayeke trafikê da ku 10 wesayît li hevqelibîn di encamê da 2 kes mirin, 8 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li ser rêya navbera Şanliurfa û Diyarbekirê 10 wesayît ku di nava wan da kamyon û TIR jî hene li hev qelibîn, di qezayê da 2 kesên ku hê nasnameya wan nehatiye tesbît kirin canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Ekîbên Servîsa Acîl ya 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.