20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 21 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Li Bozovaya navçeya Şanliûrfayê kamyonetek wergeriya û tê da 4 kes mirin, 8 kes birîndar bûn.
Kamyoneta ku navê şofêrê wê hê ne diyar e û plaqa wê 10 FA 641 e, li ser rêya Bozova-Xelfetiyê nêzî taxa Încîrlîkê wergeriya.
Di qezayê da 4 kesên di kamyonetê da li cihê bûyerê mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozovayê.
Hat gotin ku kesên ku di kamyonetê da bûn, wê ji Bozovayê biçûna Xelfetiyê cihêz bianiyana.