20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 21 Nîsan 2017
ANKARA
Hejmara terorîstên di operasyona ku hêzên ewlekariyê li Şirnexê didomînin da hatin berterefkirin gihîşte 26an. Hat tesbîtkirin ku terorîstek qaşo berpirsiyarê eniya Bestler Derelerê yê rêxistina terorê ye.
Li gor agahiyên ku Hêzên Çekdar ên Tirkan dan, operasyona Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23yan li çil û çiyayên Bestler-Derelera Şirnexê dewam dike.
Hêzên ewlekariyê li herêma Girê Nalaguvayê endamên rêxistina terorê tesbît kirin. Li ser vê berî operasyonê dan vê herêmê û di operasyonê da 8 terorîst hatin berterefkirin. Bi vî awayî hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin gihîşte 26an.
Hat tesbîtkirin ku terorîstek qaşo berpirsiyarê eniya Bestler Derelerê yê rêxistina terorê û navê wî "Soro" ye û welatiyê Îranê ye.