ŞIRNAK
Li navçeya Cizîrê bi bombeyên ku bi destan hatine çêkirin êrîşî malekê kirin.
Li gor agahiyan li navçeya Cizîrê, kesên nasnameyên wan ne diyar e şev êrîşî mala Şêx Baqî Haşimî ya ku li taxa Dagkapê li pişt mizgefta Nûh Nebî ye kir.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de tu kes birîndar nebû û nemir, lê xisar gihişt xanî.
Polêsên ku hatin cihê bûyerê ji bo girtina kiryaran dest bi lêkolînê kir. Lêkolîn dewam dikin.