Der barê cangorîkirina 2 polêsên li Şirnexê oeperasyon hatin kirin û 13 kes hatin binçavkirin.
Li Şirnexê endamên rêxistina terorê PKKyê duh bi bombeyan ve êrîşî polêsan kiribûn û 2 polês cangorî bûbûn. Ji bo ku êrîşkar bên dîtin di 20 navnîşanan de operasyonên hemdem hatin kirin û 13 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên cendirme û polêsan li bajaroka Balverenê, li gundên Geçîtboyu û Dagkaleyê, li taxên Ozveren û Gozluceyê li ser 20 navnîşanan de girtin.
Di operasyonê de 13 kes hatin binçavkirin û ji bo ku 7 kes jî bên girtin xebat dewam dikin.
Duh li ser rêya Şirnex û Uludereyê êrîş li polêsan hatibû kirin û di êrîşan de 2 polês cangorî bûbûn. Piştî êrîşê operasyon hatibûn kirin û 6 endamên rêxistina terorê hatibûn kuştin.