10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li Cizîra navçeya Şirnexê 30 kîlo toza aluminyomê û pergalên teqemeniyê yên tê nirxandin ku PKKya rêxistina terorê ew ê di çalakiyên xwe da bi kar bianiya hatin girtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Fermandariya Cendirmeyên Kurucuyê û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xeber hildan ku PKKya rêxistina terorê li gundê Korucuyê di turekî da teqemeniya bi destan hatiye çêkirin vedişêre û li ser vê operasyon dan destpêkirin.
Hêzên ewlekariyê bi kuçikên lêgerîna bombeyê va operasyon kirin û 2 heqîbên piştan ên terorîstên PKKyî di nav keviran da veşartibûn dîtin. Di heqîban da 30 kîlo toza aluminyomê, 10 funye, 3 dewreyên elektronîk û 50 mêtre fitîl hat dîtin.
Pisporên îmhekirina bombeyan amûrên teqemeniyê li wê derê îmhe kirin.