27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
ŞIRNAK
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê terorîstan êrîşî hêzên ewlehiyê yên ku derketibûn operasyonê kirin û di êrîşê da 2 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan endamên PKKya rêxistina terorê bi çekên lûledirêj li herêma Ayvalik-Hîsarcika Beytuşebabê êrîşî hêzên ewlehiyê yên ku derketibûn operasyonê kirin û di êrîşê da 2 leşker birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û rewşa leşkeran baş e.
Ji bo qefaltina êrîşkaran li herêmê operasyon dewam dike.