27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Dibistanên li Şirnexê ji ber bûyerên terorê gelek zirar dîtin û xwendekar demek e nikarin herin dibistanên xwe.
Li gor agahiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Bajêr li bajêr 7 hezar û 300 bi kadro bi giştî 8 hezar û 500 mamoste li 645 dibistanan wezîfeyê dikin. Li Cizîr û Silopiyê ji ber ku derketina derve qedexe ye ji van dibistanan 172 dibistan ev 14 roj in girtî ne. 80 hezar û 127 xwendekar ji ber bûyeran nikarin herin dibistanê.
Li navenda Şirnexê û navçeyên Uludere, Guçlukonak û Beytuşşebabê her çiqas mamoste ji hêla rêxistinê ve bên tehdîtkirin jî di 473 dibistanan de 4 hezar û 900 mamoste wezîfeya xwe dikin. Lê malbat ji ber ewlehiyê ditirsin û zarokên xwe naşînin dibistanan.
- Mamosteyan tehdît dikin
Endamên rêxistinê li taxên Dîcle, Bahçelîevler, Yeşîloren û Yenî Mahalleyê operasyonan wek hincet nîşan didin û dixwazin ku mamoste navberê bidin perwerdeyê. Lê mamoste her çiqas xwendekar kêm bin jî perwerdeyê didin. Li Şirnexê ji 162 hezar xwendekaran ancax 25 hezar dikarin herin dibistanê.
Mamoste E.K got ku zarok ji ber xendek û barîkatan nikarin bên dibistanê û wiha axivî: "Ev tevgereke çawa ye? Çima ji wan kesên ku dixwazin zarok cahil bimînin re deng nayê derxistin. Heyama ewil hindik ma ku biqede. Zarokên ku di pola 8emîn de dixwînin divê bikevin ezmuna TEOGê, yên di lîseyê de dixwînin jî divê bikevin ezmuna zanîngehê. Li cihekî ku avahiyên kamuyê tên şewitandin, dengê guleyan nasekine zarokên çawa bixebitin û serkeftî bin?"
- "Rêxistina terorê dixwaze zarok nezan bimînin"
Mamoste H.Y. jî got ku terorîst êrîşên avahiyên perwerde, tenduristî û ewlehiyê yên ku xizmeta kamuyê didin, dikin. Me tehdît dikin ku em perwerdeyê nedin.
H.Y wiha axivî: "Rêxistina terorê dixwaze zarok nezan bimînin. Ji ber vê jî êrîşê dibistan û saziyên kamuyê dikin. Li hember hemû van nebaşiyan dîsa jî mamoste, xebatkarên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê wezîfeyên xwe dikin."