E.O
29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê terorîstên PKKyî bi çekên lûledirêj êrîşê Lîvaya Tankê ya Hîsarê kirin, di êrîşê de eskerek bi xedarî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin komeke terorîstên PKKyî berêvarê li quntara Çiyayê Cûdî bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşê Lîvaya Tankê ya Hîsarê kir.
Hêzên ewlehiyê demildest bersiva êrîşê dan û bi terorîstên PKKyî re ketin nav pevçûnê.
Eskerekî ku di pevçûnê de bi xedarî birîndar bû bi firokeya eskerî rakirina Nexweşxaneya Eskerî ya Şirnexê.
Terorîst ji tariya şevê sûd wergirtin û reviyan nav daristanê, bi mebesta girtina terorîstên êrîşkar bi piştgiriya asîmanî operasyon dest pê kirin.