05 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê de 25 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, tîmên Miduriyeta Şaxa Dijeteror ya Stenbolê, piştî xebata tesbîtkirina çalakiyên bi DEAŞê re peywendîdar, bi hevdemî operasyon li dijî 6 navnîşanên, berpirsên bilind yên medya û lojistikê yên rêxistinê li dar xist.
Di operasyonê de 3 kes hatin binçavkirin. Herwiha 22 kesên bi regez biyanî jî ku hat tesbîtkirin wê biçin herêmên şer, hatin girtin.
Di operasyonê de dokument û materyalên dijîtal yên aîdî rêxistina terorê hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku karûbarên gumanbaran yên li ewlekariyê didome.