20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
İSTANBUL
Li Sultangaziya Stenbolê bi piştevaniya helîkopteran li dijî rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Li gorî agahiyên bidestxistî, tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriya Ewlekariya Wîlayetê, bi piştevaniya polêsên tevgera taybet û helîkopterê li dijî çend navnîşanên li Sultangaziyê operasyonên hevwext hatin lidarxistin.
Tîmên polêsan bi wesayitên zirxkirî û TOMAyan li taxa Gazî, caddeya Îsmetpaşa û li derûdorê tedbîrên ewlehiyê sitendin.
Di operasyonê da hejmarek gumanbar hatin binçavkirin û li mal û cihên ku gumanbaran nîşan da lêgerîn hat kirin.
Polêsan piştî kontrola wan ya tenduristiyê gumanbarê binçavkirî birin Komelgeha Midûriya Ewlekariya Stenbolê ya li cadeya Vatanê.