ÎSTANBUL
Li Sariyera navçeya Stenbolê li dijî rêxistina terorê ya DHKP/Cyê operasyon hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Stenbolê, li taxa Fatîh Sultan Mehmet ji bo girtina endamên rêxistina terorê ya DHKP/Cyê operasyon kir.
Polêsên Hêza Çevîk jî beşdarî operasyonê bûn û li gelek navnîşanan lêgerîn kirin. Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê di operasyonê de gelek kes binçav kirin.