11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Sariyerê li dijî firoşkerên hişbirê operasyon hat kirin. Di operasyonê de 25 gumanbar hatin girtin.
Li gorî agahiyan ekîbên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijî Hişbirê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê bi piştgiriya hêza çevîk û polêsên tevgera taybet li navçeya Sariyerê li ser 35 navnîşanan operasyona hevdemî li dar xistin. Di operasyona ku ji hewayê jî hat şopandin de 400 polêsan wezîfe kir.
Di operasyona birin ser firoşkerên kuçeyan de 2 kîlogram sentetîk kannabinoid (bonzai), 2 kîlo esrar, 500 pakêt hişbir, 6 demançeyên bêruxset, 4 tivingên bipompe û gelek fîşek hatin girtin.
Di operasyonê da 25 gumanbar jî hatin girtin. Herwiha hat ragihandin ku A.O.C ji 47 sûcan lê digeriyan jî hat girtin.