03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Sariyera navçeya Stenbolê di malekê de şewat derket û di şewatê de kesek mir kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan di maleke li kuçeya 113mîn a taxa Ayazagayê de şewat derket. Li ser banga welatiyan ekîbên aqirkûjiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di şewata ku tê gotin ji ber sobê derketiye de Nûrettîn Çîl mîr, xanima wî Alîye Çîl jî birîndar bû.
Aliye Çîla ku bi alîkariya welatiyan ji hundir hat derxistin şandin nexweşxaneyê. Der barê şewatê de lêpirsîn dan destpêkirin.