04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê li hember YDG-Hya şaxa ciwanan a rêxistina terorê PKKyê operasyon hat kirin û 15 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li Gazîosmanpaşa û Sultangaziyê operasyon kirin.
Di operasyonê de 15 kesên şikbar ên ku tê îdiakirin kargeh şêlandine, molotof avêtine hin cihan, hatin girtin.
Şikbar ji bo kontrolê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê. Pişt re ew birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê.