ÎSTANBUL
Li Sultanbeyliyê bi wesaîta bombebarkirî va êrîşî navenda polêsan ya Fatîhê kirin. Piştî êrîşa bibombe, gule berdan polêsên ku li der û dorê tevdîra ewlehiyê didîtin. Polêsan jî xwe parast û pevçûn derket.
Li Sultanbeyliyê bi şev bi wesaîteke bombebarkirî va êrîşî navenda polêsan ya Fatîhê kirin. Piştî êrîşê di saet 06.45an da gule berdan hêzên ewlehiyê. Polêsan jî bersiv da û pevçûn dewam dike.
Ekîb bi wesaîtên bizirx va ketin kuçe û kolanan ku terorîstan bigrin.
Avahiya HDPyê ya Sultanbeyliyê dan ber keviran
-Avahiya Serokatiya Navçeya HDPyê ya Sultanbeyliyê dan ber keviran.
Piştî êrîşa bibombe ya ku li Navenda Polêsan a Fatîhê ya Sultanbeyliyê, komek li ber avahiya Serokatiya Navçeya HDPyê kom bûn û avahî dan ber keviran.
Bi êrîş û kevir avêtinê ve di avahiya HDPyê de zirar çêbû.
Polês hatin cihê bûyerê û bangî komê kirin ku kom belav bibe.
Piştî hişyarîdayîna polêsan kom belav bû û polês der barê bûyerê de jêpirsînê didomînin.