24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
ADANA
Li Edeneyê ber navenda polêsan wesaîta bombebarkirî teqandin. Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.
Li gor agahiya bidestxistî, li navçeya Seyhanê taxa Denizliyê kolana Şehîd Mehmet Ozelê ber Navenda Polêsan a Denizliyê şofêrê texsiyeke parqkirî nişkava revî ji texsiyê derket û texsî teqiya.
Di teqînê da tiştek bi kesî nehat, lê camên navenda polêsan û yên xaniyên der û dorê şikestin, wesaîtan zirar dît.
Ji bo gumanbarê ku revî were girtin, operasyonê dest pê kir.