Ahmet Aydın
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
SÎÎRT
Di encama operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de li çolwarên Erûha navçeya Sêrtê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê bi droneyan li çolwarên gundê Akmeşeya girêdayî Erûhê komek terorîst tesbît kir operasyoneke bi piştgiriya asîmanî hat lidarxistin.
Di operasyonê de 2 ji wan jin 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di encama lêgerîna li cihê operasyonê de, roketavêj, tivingeke bîksî, 3 keleşkof, hejmarek muhîmatên çekan û melzemeyên xwarinê hatin desteserkirin.
Li herêmê operayson berdewam in.