Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hin xebatkarên ku di kana paxirê de ya li gundê Madenê dixebitin piştî şîvê bi aciziya serêş, dillihevketin û vereşînê rakirin revîrê. Ji 22 karkeran 9 karkerên ku rewşa wan giran e sewqî Sêrtê kirin.
Hat destnîşankirin ku rewşa karkerên ku tên dermankirin ne di xetereyê de ye û ji ber îhtimala ku dibe bûyerên jehrîbûnê zêde bibin tîmên tenduristiyê û ambulansên Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê amade ne.