Di meha ewil ya 2013an de Daîreya 8emîn ya Şûraya Dewletê biryar da ku parêzer bikarin bi awayekî sergirtî li dadgehan bixebitin.
Dihat xwestin ku verastkirina derfet dide ku lêpirsînên cezayî yên der barê xebatkarên MÎTê bi destûra Serokwezîr bê kirin, were betalkirin. Dadgeha Destûrê ev daxwaza betalkirinê red kir û di meha kanûna paşîn de dîsa nîqaşên der bara vê yekê de berdewam kirin. Dîsa di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de heyeta BDPê cara ewilîn Serokê PKKê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ziyaret kir.
Serokomar Gul qanûna rê dide ku "parastina bi zimanê dayikê" bê kirin û mehkûm bikarin li girtîgehan bî hevjînên xwe re hevdîtinê bikin, qebûl kir. Di çarçoveya pakêtê de di tevdîrên serbestiyê de guherîn hatin kirin. Bi vê guherînê ji bo 15 hezar girtî û nêzî 400 mehkûmên rewşa tenduristiya wan xirab e, rêya tehliyeyê vebû.
- Di meha sibatê de bûyerên terorê qewimîn
Li Tirkiyeyê di meha sibatê de teqînên li Balyozxaneya DYAyê ya li Ankarayê û Deriyê Sînor yê Cîlvegozuyê deng veda. Endamê rêxistina terorê DHKP-Cyê Ecevît Şanli, li ber deriyê ziyaretvanan yê Balyozxaneya DYAyê bombeya li ser xwe teqand. Di bûyerê de xebatkarê ewlehiyê Mûstafa Akarsû mir.
Di meha sibatê de li Deriyê Sînor yê Cîlvegozuyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 3yê wan tirk, 10 ji wan sûriyî 14 kes mirin. 13 ji wan bi xedarî 28 kes birîndar bûn. Tirkê ku birînên wî xedar bûn û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin 12 sibatê mir û jimara kesên ku di teqînê de mirin derket 14yan.
- Bangî endamên PKKê kirin "Ji welat derkevin"
Li Tirkiyeyê di meha adarê de jî aloziyan dewam kir. Ji avahiyeke li hember navenda AK Partiyê ya li Sogutozuyê bi çekên lavê gule barandin. Di êrîşê de avahiyê zirar dît. Du bombeyên destan avêtin cihê daketina ziyaretvanan ya Wezareta Parastinê ya li Kolana Mîllî Mudafayê. Hat diyarkirin ku êrîşkar endamên rêxistina terorê DHKP-Cê ne.
Di meha adarê de 8 peywirdarên kamûyê yên ku PKKê ew revandibûn, di çarçoveya "pêvajoya çareseriyê" de hatin berdan. Peyama ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê şandibû, di pîrozbahiyên Newroz de li Diyarbekirê bi kurdî û tirkî hat xwendin. Ocalan bangî endamên PKKê kir ku derkevin derveyî welêt.
- Lijneya Mirovên Aqilmend hat eşkerekirin
Di meha nîsanê de Lijneya Mirovên Aqilmend ya ku ji 63 kesan pêk dihat, hat eşkerekirin.
Di meha nîsanê de biryara Şûraya dewletê ya ku dihêle parêzer sergirtî biçin dadgehan, mîsoger bû. Qanûna ku di hin qanûnan de der barê mafên mirovan û azadiya gotinê de hin guhertinan dike û ji aliyê raya giştî ve wekî " Pakêta Darazê ya 4emîn" dihat naskirin, di dawiya meha nîsanê de hat tetbîqkirin.
- Teqîna li Reyhanliyê
Li Tirkiyê meha gulanê li Reyhanliya navçeya Hatayê li avahiya şaredariyê û postexaneyê du wesayîtên bombebarkirî teqiyan û vê yekê bandoreke mezin li ser Tirkiyeyê kir. Di teqînê de 52 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.
Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind a 9emîn di doza kuştina Hrant Dînk de biryar da ku bersûc endamên "rêxistina terorê ya çekdarî nîne", bersûc endamên "rêxistina ji bo kirina sûc hatiye avakirin" in. Cezayê Yasîn Hayal yê heta hetayê ku ji ber sûcê "bi plan kuştin pê da kirin" dabûnê hat tesdîqkirin. Biryara bereatê ya Yasîn Hayal ya ku ji bo "rêvebiriya rêxistina terorê ya çekdarî" bi daxwaza cezakirina "avakirina rêxistina sûcê û birêvebirina sûcê" hat betalkirin.
Di dawiya meha gulanê de Şaredariya Mezin ya Stenbolê li Taksîmê ji bo firehkirina rêya peyayan hin dar jê kirin û li ser vê yekê hin kesan dest bi çalakiyê kir. Ev çalakî bû sedema bûyerên ku demeke dirêj rojeva Tirkiyeyê mijûl kir, derkevin.
- Rûdanên Parka Geziyê
Xwepêşandanên protestovanên ku mudaxeleya polêsan a li ser kesên ku ji ber birîna daran çalakî li dar xistin, dabû destpêkirin di meha hezîranê de belavî her derê Tirkiyeyê bû. Di dema xwepêşandinan de di nava vê mehê de 2 xwepêşander û polêsek mir.
Polêsan bi ava bitazyîk û xaza rondikrêj mudaxeleyî xwepêşandanên ku zirar dan hin banka, kargeh û malên kamûyê jî, kir. Bi hezaran kes hatin binçavkirin û car carînan bang kirin da ku dawî li xwepêşandana bînin. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di meha hezîranê de li Ankara, Îstanbûl û Kayseriyê mîtîngên "ji vîna neteweyî re rêz"ê li dar xist.
- Daxuyaniya Wezîr Avci ya ji bo dersxaneyan
Dadgeha Destûrê di meha tîrmehê de çar kesên ku ji ber girtîmayina dirêj û darizandinê, ji ber hincetê ku mafên wan tên binpêkirin, serî li dadgehê dan mafdar dît. Dadgehê madeya ku maweya girtîmayina ji ber sucên wekî teror û derbeyê yên ji ber sîstema destûrî hatin kirin, wekî 10 sal qebûl dike betal kir.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci da zanîn ku dê Ezmûna Diyarkirina Astê (SBS) bê rakirin û dersxane bên girtin.
- Biryara Doza Ergenekonê
13emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îstanbûlê di tebaxê de biryara doza Ergenekonê ya ku 6 sal û 2 mehan dewam kir, eşkere kir.
Serokomar Abdullah yekem car resepsiyona Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê da. Li Manastira Sumeleyê piştî 88 salan ji bo rojekê ayîn hat lidarxistin.
- Pakêta Demokratîkbûnê hat eşkerekirin
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di dawiya meha îlonê de bi civîna çapemeniyê pakêta demokratîkbûnê eşkere kir. Di pakêtê de verastkirên girîng yên wekî berfirehkirina arîkariya dewletê ya ku dide partiyên siyasî, têkoşîna bi sûcên nefretê û dabeşkariyê re, di dibistanên taybet de vekirina beriya perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda cî girt.
Di meha îlonê de firokeyên cureyên M-17yê yên ku sînor îxlal kirin bi destê TSKê hatin xistin. Bi roketan êrîşî mala polêsan a li Dîkîmeviyê kirin.
Anadolu Agency (AA) bi zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî dest bi weşanê kir. "Doza 28ê Sibatê" li Ankarayê di 13emîn Dadgeha Cezaya Giran de dest pê kir.
- Maweya leşkeriyê hat daxistin
Di nav rûdanên meha cotmehê de li kamûyê serbestiya sergirtinê cî digire. Sonda xwendekaran hat rakirin. Maweya leşkeriyê ji bo leşkerên bê rutbe û bi rutbe ji 15 mehan daxistin 12 mehan.
Marmaraya ku Asya û Ewropayê digihîne hev di cotmehê de hat vakirin.
- Nîqaşa xaniyên xwendekaran
Di meha sermawezê de nîqaşa xaniyên xwendekaran derket. Serokwezîr Erdogan der barê malên xwendekaran de got ku "Heke verastkirineke qanûnî hewce bike, em ê ji bo vê mijarê verastkirina qanûnî bikin."
- Operasyona ku navenda wê Îstanbûl e
Di meha dawiya salê de di 3 lêpirsînên ji hev cuda yên ku Serdozgeriya Komarê ya Îstanbûlê dike de, bi îdiayên "perê reş meşrûkirinê", "qaçaxçîtiya zêran" û bertîl dane peywirdarên kamûyê" der barê gelek kesên ku di nav wan de karsaz, burokrat û karmend jî hene de operasyon kir.
Dadgeha Destûrê biryar da ji ber ku demeke dirêj e girtî man, rayeya temsiliya gel ya ku parlementerên CHPê Mûstafa Balbay û Mehmet Haberal bi awayekî bê pîvan hat îhlalkirin. Balbay hat tehliyekirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
