03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di operasyona esmanî de 2 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê li bajêr û derdorên bajêr operasyonên li dijî rêxistina terorê tên kirin bênavber dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gundê Dolukupê bi alîkariya firokeyên keşfê yên ÎHAyê endamên rêxistinê hatin tesbitkirin û operasyon hat kirin. Di operasyonê de 2 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Hat ragihandin ku ji terorîstan yek qaşo berpirsyarê rojavayê Tunceliyê yê rêxistina terorê ye.