Ferizat Kaya
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Di operasyona li Sultangaziyê da li ser 18 navnîşanan operasyona hevdem hat lidarxistin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê li navçeya Sultangazî ji bo 17 firoşkerên hişbirê bên qefaltin operasyon li dar xist.
Di operasyona ku polêsên hereketa taybet jî beşdar bûn de li ser 18 navnîşanan operasyona hevdem hat kirin. Di operasyonê da firokeya polêsan jî hat bikaranîn.
Di lêgerînan da gelek hişbir hat qefaltin û hin gumanbar jî hatin binçavkirin.