Sidar Can Eren
07 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2022
Li dorbera Pulumura navçeya Tunceliyê 4 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê hat diyarkirin Fermandariya Cendirmeyên Tunceliyê li dorbera Pulumurê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di operasyonê da 4 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin û di lêgerînê da 777 fişeng, dûrbîn, 2 şarjorên keleşê, pergaleke teqemeniya destçêkirî, 2 tûpên mezin, 24 pîlên mezin, paneleke tavê û xwarin û xurek hatin dîtin.
Hat diyarkirin sitargeh û amûr hatine îmhekirin.