Fırat Taşdemir
07 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2022
Şeva Mewlûdê ya ku roja jidayikbûna Hezretî Mihemedê Pêxemberê dawîn tê qebûlkirin, îro tê pîrozkirin.
Alema Îslamê bi sedan sale 12ê meha rebîulewelê ya gorî salnameya Hicrî ji ber hezkirin û mihebeta Cenabê Pêxember wek roja Şeva Mewlûdê pîroz dike.

Mewlûd di ferhengê da tê wateya "cih û wexta jidayikbûnê" di çanda Îslamê da jî bi taybetî ji bo rojbûna Hezretî Mihemed Pêxember, merasimên di vê çarçoveyê da tên kirin û berhemên hatine nivîsandin, tê gotin.
Şeva Mewlûdê di heyama Hezretî Mihemed sax bû, wextê Çar Xelîfeyan de, di Emewî û Ebasiyan da nehatiye pîrozkirin û di heyama Fatimiyan da derketiye holê û wek kevneşopî belav bûye û paşê di nav alema Îslamê da wek rojeke pîroz hatiye kifşkirin.
Di nav miletê Tirk, Kurd û Ereb da ji bo xatirê Cenabê Pêxember gelek berhemên bi navê "Mewlûd"ê hatine nivîsandin.
Di nav miletê Tirk da ya herî zêde tê zanîn mewlûda Silêman Çelebî ye û di nav miletê Kurd da jî bi dehan mewlûd hene lê yên herî zêde tên zanîn ya Meleyê Bateyî û Ehmedê Heyderî ye.