Berk Özkan
19 Mijdar 2021•Rojanekirin: 20 Mijdar 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo wefata Parlementerê AK Partiyê yê Kahramanmaraşê Îmran Kiliç peyama sersaxiyê weşand.
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got, "Ji ber wefata rêzdar Îmran Kiliçê Parlementerê me yê Kahramanmaraşê yê serdema 26emîn û 27emîn, hevrêyê me yê ku emrê xwe ji bo îlm, îrfan û xizmeta gel terxan kiribû, ez xemgîn bûm. Rehma xwedî li rehmetî be, serê malbata wî û welatiyên me yên Kahramanmaraşî sax be."